1. an bi navê xwe yê rast û resen; meu pé de laranja lima, navê romaneka nivîskarê brezîlî josé mauro de vasconcelos e ku di sala 1968an de çap bûye. bi zimanê portugalî/portekîzî hatiye nivîsandin û heta niha li 16 zimanan hatiye wergerandin ku heyf û sed mixabin û xebînet kurdî bi hemû zaravayên xwe ve ne yek ji wan e. pirtûk behsa serpêhatiyên zarokeke 5 salî bi navê zeze dike. zeze zarokeke têra xwe nehs û nesekinî ye û bi ser de jî yekî rikoyî ye, bi qewlê wî di hindurê wî de şeytanek heye ku nikarê pê, li navçeya Minas Gerais ya brezîlyayê dijî. malbata wî malbateke feqîr e, bavê wî betal e û ji ber vê betalî û bêkariyê mehşera wî nexweş e, diya wî her roj ji bo kar bi ser halê xwe yê nexweş de diçe bajêr û ji loma nikare zêde berê xwe bi zeze ve bike. bavê wî ne bes e ew herdu mahiyên xuşkên wî yên mezin lala û jandira jÎ ji ber nehsî û şûmiyên zeze, lê didin ew qasî ku carina ji lêdanê laşê wî reş û bezekî dikin, li malê tenê birayê wî yê jê biçûktir luis û xuşka wî Gloria (Godoya) hejê dikin û bi çavê rehmê lê dinêrin. |
|
10.09.2016 04:02 ~04:09 |
endazer
|
2. romana zezeyê ya bi îngilîzî ye. bo ya bi portugalî (bnr: meu pé de laranja lima) |
|
21.04.2018 02:56 ~2019.08.13 22:54 |
mirovekirind
|
3. Pirtûka ku zarokatiya xwe de gelek caran xwendiye. Ma em bi êşa zeze xemgîn, bi bextewariya wê bextewar nebûn. |
|
21.04.2018 14:36 |
gulêê
|
4. Pirtûka ku zarokatiya xwe de gelek caran xwendiye. Ma em bi êşa zeze xemgîn, bi bextewariya wê bextewar nebûn. |
|
21.04.2018 14:36 |
gulêê
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |